Stargeha awarte ya ku bi taybetî ji bo jinên ji bajarê Zurichê yên 18 salî û jortir e. Ji bo jin û kesên ku wekî jin têne dîtin destûr tê dayîn ku bikevin stargehê. Odeyeke LGBTIQ heye. Xwarinên bingehîn û alavên şuştinê têne peyda kirin. Stargeha awarte ya jinan bi taybetî ji karmendên jin pêk tê.
Stargehên awarte salê 365 rojan vekirî ne: 1ê Cotmehê heta 31ê Adarê: ji 8:30 êvarê heta 10:00 sibehê; 1ê Nîsanê heta 30ê Îlonê: ji 9:00 êvarê heta 10:00 sibehê. Destûra çûnûhatinê heta 12:30ê şevê heye.
