Belav bû di 30ê berfanbara 2016an

Bi xêr hatî bo Swîsreyê

I-Need yekem sepana Swîsreyî ye ku alîkariya penaberan, penaxwazan û kesên hewcedar dike da ku bigihîjin xizmetên alîkariyê yên herêmî, wek dersên Almanî, dermankirina bijîşkî, bankên xwarinê, şîreta hiqûqî, çalakiyên werzîşî û çandî û gelek tiştên din.
Gelek pêşniyar - tevî sepanên iOS û Android - belaş in, ji hêla dêr, rêxistinên alîkariyê û xwebexşan ve têne peyda kirin.