Gelo temenê te di navbera 15 û 25 salî de ye û tu nû yî li Swîsreyê? Bi bernameya me ya şêwirmendiyê ya belaş, dê kesek li kêleka te be. Şêwirmendê te dê alîkariya te bike ku tu şagirtiyek an rêyeke din a kar peyda bikî. Tu dikarî derbarê jiyana li Swîsreyê de pirsan bikî û belkî hobiyeke nû kifş bikî. Bi hev re, hûn ê fêr bibin ka tu di çi de baş î.
